Parêzerek li Kobanê hate revandin

Parêzerek li Kobanê hate revandin

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê rêjeya revandina welatiyan zêde bûye, herî dawî jî revandina Parêzrekî li gundewarê bajêr.

Kes û karên Parêzer Ehmed Mihemed Kenco duh nûçeya wendabûna wî li ser rêyekê li gendewarê Kobanê belav kir.

Li gorî kes û karên Ehmed, roja Duşemê 9 Cotmeha 2023yan otombêla wî li ser rêya di navbera gundên Dîbrik û Qişlê de hat dîtin, bê ku tu zaniyarî li ser wî hebin.

Malbata Kenco di rêya torên civakî re banga diyarkirina çarenivîsa wî kir.

Çalakvanên bajêr li ser torên civakî nerzîbûna xwe derbarê zêdebûna bûyerên revanina welatiyan derbirand.

Hevdemê bombebarankirina Turkiyê ji Rojavayê Kurdistanê re û zêdebûna bûyerên revandina welatiyan xelkê Kobanê di rewşeke hestiyar de dijîn, li gorî çavdêran bilindbûna rêjeya revandinê li Kobanê yek ji sedemên diyardeya koçberiyê li bajêr e.

Pustên heman beş