Çekdarên xwecihî bi çekên RPG êrşî dibistanekê û cihekî nêzîkî wê li Dêra Zorê kirin ku endamên Hêzên Sûrya Demokratîk HSDê tê dene.
Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja çarşemî 18\10\2023an belav kir ku li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê rojihlatê Dêra Zorê, çekdarên xwecihî bi çekên giran û sivik êrîşî dibistanekê û baregehekê HSDê kirin, şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de derketin, bê ku agahî derbarê ziyanên mirovî bên wergirtin.
Rewangeha Sûrî diyar kir, di 15ê cotmehê de jî û her li Dêra Zorê çekdarên xwecihî bi teqandina fîşekan navendeke leşkerî ya HSDê li nêzîkî pira El-Meyadîn li bajarokê Dibanê, ji bilî sitasyona avê li bajarokê El-Hewac, li rojihlat, kirin armanc.
Ji aliyekî din ve, HSDê ji çeperên xwe yên li bajarokê Hewîcê, bi topên hawnê hinek çeperên hêzên Rejîmê û milîsên wan li Rojavayê Feratê bombebaran kirin.