Ap û xalê zarokên ji aliyê YPJê ve revandî: Mejiyên wan şuştine weke çawa derman dabin wan

Ap û xalê zarokên ji aliyê YPJê ve revandî: Mejiyên wan şuştine weke çawa derman dabin wan

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Çekdarên yekîneyên parastina jinê YPJ ku beşeke ji hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê ye, 2 zarok bi hev re revandin, û tevlî leşkeriya neçar kir.

Li gorî zanyariyên ku bi destê ARKê ketine her yek ji Mîrav Ednan Xaşo 15 salî û Sîmêl Zêdan Ismaîl 14 salî, dema ji mala bapîrê xwe derdiketin hatine revandin.

Nûredîn Xaşo ku apê Mîrav ye di heman demê de xalê Sîmêlê ye di lêdwaneke taybet bo ARKê tekez kir ku berê xwe dane her dezgeh û aliyeke peywendîdar lê ew li pêş çavên wan vedişartin.

Da zanîn: Piştî hewlên berdewam, ew bi cî kirin, lê dema ku dîtin her du zarok bi temamî hatine guhertin, û weke derma û made dane wan da ku ji malbata xwe dûr bikevin.

Xaşo banga vegerandinê kir anî ziman ku: Ma ne di yasa we de heye ku divê zarok neyên çekdarkirin, ka ew yasa li ku derê ma?

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bû karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rebgên cuda di nava QSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.

Pustên heman beş