Li Qamişlo Careke din kirîza xazê peyda bûye

Li Qamişlo Careke din kirîza xazê peyda bûye

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, careke din kirîza xazê derketiyê holê, welatî jî neçar dibin berê xwe bidin bazara reş û bi nirxên bilind bikirin.

Li gor hejmarek wêneyên gihiştî ARKê, li bajarê Qamişlo welatî di noreyên dirêj yên wergirtina cereya xazê de, radiwestin.

Bajarê Qamişlo mîna bajarên din yên Rojavayê Kurdistanê, piştê bi kargeha xazê ya Siwêdiyê li gundewarê Dêrikê, dibeste.

Welatî dibêjin ku rêveberiya PYD beriya niha cereya xazê bi rêya kartê bi 7500 Leyreyên Sûrî difrot, lê vê dawiyê nirx kire 10 hezar, û amaje kir ku li bazara reş nirxê cereyê dighêje 100 hezar LS.

Dane zanîn jî ku “cereya xazê bi tenê têra nêzîkî 17 rojan dike û ew hest dikin ku kêşa wê ji ya ku li bazara reş tê firotin kêmtir e”.

Welatî rêveberiya PYD bi paşxistina dabeşkirina xazê tometbar dikin, ev yek jî wan neçar dike ku berê xwe bidin bazara reş û bi nirxekî bilind bikirin.

Kirîz di demekê de tê, ku balafirên Turkî ji despêka Cotmehê ve westgeha Siwêdiyê ya ku elekitrîk û xazê bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê dabîn dike, bombebaran kir. Ji sedema êrîşê, jêderên xazê û sotemeniyê rastî kêmbûneke tund hatin û bû sedema birîna elekitrîkê jî li ser navçeyê.

Pustên heman beş