Rayan Kildanî li ser bin pê kirina yasayan li Mûsilê berdewame

Rayan Kildanî li ser bin pê kirina yasayan li Mûsilê berdewame

Şeva 26ê îlona 2023an li navçeya Hemdaniyê ya ser bi parêzgeha Neynewayê ve di holeke şahîyanan de şewat derket, ev şewat bû sedem pêtrî 113 kesan canê xwe ji dest bidin û pêtir ji 200 kesan jî birîndar bibin.

Ji ber karvedanên tund yên piştî vê bûyerê hikûmeta Îraqê neçar ma aliyên peywendîdar raspêre ji bûy wergirtina rêkarên herî tund li himber holên şahîyan û meyxaneyên dikevin sînorê deşta Neynewayê û piraniya wan daxistin û biryar da neyên vekirin heya ku şert û mercên selametiyê cîbicî bikin. Lê belê meyxaneya bi navê “Libaşa” nehat daxistin, tevî ku ti şert û mercên selametiyê tê de nebûn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, navê xwediyê meyxaneya “Libaşa” Diyar Şîma ye, ew zaveyê Rayan û Osame Kildanî ye, tevî ku ev meyxane weke hola Heysem ya şewtî hatiye dirustkirin jî, lê belê ji ber ku zaveyê Rayan Kildanî xwediyê vê meyxaneyê ye aliyên pêwendîdar nekarîn ti rêkarekî li himber wan wergirin.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin, birayê Semîr Selman Nebû xwediyê hola “Heysem” yê bi navê Eqîd Amir Silêman Nebû di sala 2017an de fermandarê yekîneyeke rêxistina Babilyon bû li Hemdaniyê, Amir hevbeşê Osame Kildanî fermandarê lîwaya 50î ya Babilyon e û dest di dirustkirina hola Heysem de hebûye.

Her weha di çarçûveya propagandayên bizava Babilyon de ji boy hilbijartinên dahatî yên encûmenên parêzgehên Îraqê, Osame Kildanî 6 otomobîlên hikûmî yên wezîra koç û koçberên Îraqê ji boy propagandayên xwe di dema seredanîkirina berpirs û kesatî û şêxên li sînorê Neynewayê bikar anîne heya ku hejmara otomobîl û kesên bi wî re zêdetir xweya bike, di niha de Îvan Fayeq wezîra koç û koçberên Îraqê bi tenê 2-3 otomobîl pêre hene.

Pustên heman beş