Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” vê carê zarokekî Ereb revand

Çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" vê carê zarokekî Ereb revand

Çekdrarên “Tevgera Ciwanên Şoreşger” ya ser bi PKK’ê ve, zarokekî Ereb li Helebê revand.

Malbata zarokê revandî eşkere kir: “Çekdrarên Tevgera Ciwanên Şoreşger, kurê me (Izedîn Bekrî Nesan, 12 salî), di 20ê Cotmehê de dema ku ji karê xwe vedgeriya, li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê revand.

Malbatê da zanîn jî ku wan berê xwe da hemû navend û dezgehên bi ser PYDê ve, lê tu encam nedîtine.

Li bajarê Qamişlo jî, di vê mehê de çar keçên jêr 18 salî ji aliyê çekdarên Ciwanên Şoreşger û Çekdarên YPJê ve hatine revandin, û heta niha ji bo malbatên wan nehatine vegerandin.

Fermandarê HSD’ê Mezlûm Kobanê, di sala 2019an de li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bû karûbarên zarokan, peymanek îmze kiriye, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û yên di nav de serbest werin berdan, lê ta niha tu pabendî bi peymanê nehatiye kirin, û revandin û leşkerkirina zarokan berdewam in.

Pustên heman beş