Tirkiyê kuştina berpirsekî PKK’ê ragehand

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, berpirsê lojîstîk a PKK’ê li herêma Metîna bi operasyonekî kuştiye.

Li gor çapemeniya Tirkiyê û Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiyê, berpirsê lojîstîk û darayî yê herêma Metîna yê PKK’ê Cahît Aktay ê ku wek Huseyîn Pîran tê nas kirin di operasyoneke MÎTê de jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragehandin Cahît Aktay di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirkiyê de cîh girtiye û ji aliyê rêxistinê ve jî li hember hêzên operasyona Pence-Kilîd  ên hêzên artêşa Tirkiyê bi taybet hatibû erkdar kirin. Herwaha di lîsteya wezareta navxwe ya Tirkiyê ya kesên lêgerîna wan heyî de di kategoriya pirteqalî de cîh digirt.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, Cahît Aktay ji bo bê kuştin sîxurên taybet perwerdekirî li qadê hatine erkdar kirin û piştre cîhê wî hatiye diyar kirin û dema Cahît Aktay û çekdarên din ên li gel ji bo çalaki li dijî hêzên operasyona Tirkiyê yên li qada Pence – Kîlîd bikin bi operasyoneke noqteyî ve Cahît Aktay (Huseyîn Pîran) û çekdarên din ên li gel hatine kuştin.

Pustên heman beş