Girtiyekî kurd piştî 14 sal li girtîgehê hat darve kirin

Girtiyekî kurd piştî 14 sal li girtîgehê hat darve kirin

Cezayê darve kirina girtiyekî mezhebî yê kurd ê xelkê Mehabadê piştî 14 sal li girtîgehê ma li girtîgeha Qizilhesarî ya bajarê Kerecê hat cîhbicîh kirin.

Duh 05.11.2023yê girtiyê mezhebî yê kurd Qasim Abeste yê xelkê Mehabadê, piştî 14 sal li girtîgehê ma cezayê darve kirina wî li girtîgeha Qizilhesarî ya bajarê Kerecê hat cîhbicîh kirin.

Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw ragehand, Qasim Abeste 14 sal berî naha ji aliyê hêêzn ewlehiya Îranê ve li Mehabadê hat girtin û ew ji bo nezareta Îtlaata (îstixbarat) Urmiyê hat veguhestin.

Qasim Abeste bi tometa kuştina Ebdulrehîm Tîna û şeş çalakvanên ên mezhebî yên kurd ên bi navên Dawud Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Xesrew Beşaret, Kamuran Şêxe û Eyub Kerîmî ji aliyê baskê 28 a dadgeha şoreş a Tehranê ya di serokatiya dadwer Meqîse bi tometa çalakî li djî asayîşa netewî, çalakî li dijî hikûmetê û endambûna di grubeke selefiyên îslama tund û fesadî cezayê darve kirinê ji bo wî hat dayîn.

Qasim Abeste 14 sale li girtîgehê girtîbû û bi nexwaşiya penceşêra tirîod bibû û gelek caran jî ketibû grevê.

Pustên heman beş