Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokeke 13 salî li Helebê revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokeke 13 salî li Helebê revand

Çekdarên bi navê Ciwanên Şoreşger yên ser bi PKK’ê ve di roja 08.11.2023an de, zaroka bi navê Sebriye Şiyar Misto, temen 13 salî, ji taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê revandin.

Zaroka bi navê Sebriye Şiyar Misto û Dayika wê bi navê Rohlat e û xelka gundê (Umer Simo) li nahiya Şeran ser bi bajarê Efrînê ve ye û digel malbata xwe li Taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê dijî.

Li gorî axaftina hevalên Sebriyeyê dane zanîn, demjimêr 4ê ber êvarî bû, dema dewama wê ya dibistanê bi dawî hat, ew bi Otombîleke ji core Van, rengê Reş hat revandin.

Sibriye temen 13 salî bû, pola 7 ê amedeyî xwend.

Pustên heman beş