Baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê bi du dronan hat armanckirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, mîlîşyayên ser bi Îranê ve îro 11ê Mijdarê bi riya 2 dronan êrîşî baregeha Rimêlanê ya Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Hesekê kirin.
Diyar kir jî, ew êrîş ji Iraqê ve ji aliyê koma bi navê “Berxwedana Îslamî” hatiye kirin û heta niha ti zanyarî li ser ziyanên wê êrîşê tune ne.
Ji nîvê Cotmeha borî ve, rêxistina “Berxwedana Îslamî li Iraqê” berpirsiyariya xwe ji ber zêdetir ji 25 êrîşên mûşekî û dronan li ser hêzên Amerîkî û hevpeymanan li Sûriye û Iraqê ragihandiye.
Berdevkê Pentagonê Pat Ryder roja 6ê Mijdarê eşkere kiribû, ji 17ê Cotmeha borî ve hêzên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê, rastî 38 êrişan hatine û 45 leşker û karmend birîndar bûne.