Balafirên şerî yên Tirkiyeyê baregeheke PKKyê li sinorê Şingalê bombebaran dikin

Balafirên şerî yên Tirkiyeyê baregeheke PKKyê li sinorê Şingalê bombebaran dikin

Balafirên şerî yên Tirkiyeyê li Nahyeya Sinûnê ya qezaya Şingalê baregeheke çekdarên PKKyê dike armanc.

Doh roja Duşemê, 13ê Mijdara 2023ê, balafirên şerî yên Tirkiyeyê li Duriyana Ziraeyê ya Nahyeya Sinûnê li qezaya Şingalê baregeheke çekdarên PKKyê kiriye armanc.

Li gor zanyarên destpêkî, kuştî û birîndar di nav rêzên çekdarên PKKyê de di wî baregehî ve hene.

Hewalgiriya Tirkiyeyê roja Înê, 6ê Cotmeha 2023ê, parve kiribû ku wan di operasiyoneke taybet de berpirsekî PKKyê bi navê Ilyas Biro Elî li Şingalê kuştibû û tekez kiribû ku dê li ser lêdana bingehên çekdarên PKKyê li Îraq û Sûriyeyê berdewam bin.

Herwesa heftiya borî Dijeterora Kurdistanê jî ragehandibû, “li roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, seet 11:15 ê berî nîvro, dronên artêşa Tirkiyeyê komeke çekdarên PKKyê li gundê Boskênê yê girêdayî qezaya Ranyayê ya Îdareya Raperînê kir armanc”.

Li 26ê Cotmeha 2023ê jî, Qaymeqamê qezaya Sîdekanê bi wekalet Ihsan Çelebî ji K24ê re ragehandibû, “şeva borî artêşa Tirkiyeyê bi rêya dronan du erebe li gundên Bêciwanan û Dasinî yên qezaya Sîdekanê kirine armanc. Li dû zanyaran, ew herdu erebe yên çekdarên PKKyê bûne”.

Pustên heman beş