Ji Cinêd Seyid Mecîd yê bi fermana PKK’ê li Rojava hatiye revandin 99 rojin agahî nayê girtin

Ji Cinêd Seyid Mecîd yê bi fermana PKK’ê li Rojava hatiye revandin 99 rojin agahî nayê girtin

99 roj in Cinêd Seyid Mecîd endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya ji aliyê çekdarên PYD’ê ve li Girkê Legê girtî ye, ta niha tu agahî li ser çarenivîsa wî tune ne.

Mecîd ji 15ê Tebaxê ve li gel Berzan Hisên rojnamevan di Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya de hatiye girtin, di 30yê Îlûnê de Berzan hat berdan lê Cinêd ta niha girtî ye.

Ev ne cara yekê ye Cinêd Seyid Mecîd, tê girtin, berî niha du caran hatiye girtin û rastî eşkenceyê hatiye:

Di 12 Tebaxa 2017an, hat girtin û di 12 Sibata heman sale hat berdan.

Di 5ê Adara 2019an de hat girtin û tê de rastî eşkenceya tund û hovane hat.

Ji aliyê xwe ve Mihemed Ismaîl sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, da zanîn: Doseya Cinêd gihandine aliyê Emerîkî, Fransî û navdewletî, da ku kar û fişarê li PYD’ê bikin.

Sekreterê Partî banga serbestberdanê kir û anî ziman: Hevdemê çalakvan û rojnamevan têne girtin kesên serxweş û bazirganên madeyên hişbir li kolanan de bi rihetî û azadî karûbarên xwe dikin, û astengiyan ji xelkê re dirust dikin.

Di vê derbarê de rêxistina Dengê Girtiyan, li ser rûpela xwe li ser torên civakî duyemîn car e, daxuyaniya taybet bi navbûrî belav kiribû, tê de ji PYDê xwest ku di zûtirîn dem de çarenivîsa wî diyar bike û serbest berde.

 

Pustên heman beş