Tirkiyê di îsal de tenê ji rayedarên PKK’ê 54 kes kuştine û PKK’e hêjan qala serkeftinê dike

Tirkiyê di îsal de tenê ji rayedarên PKK’ê 54 kes kuştine û PKK’e hêjan qala serkeftinê dike

Rêxistina PKK’ê di îsal de 54 berpirs, rêvebir û fermandarên xwe yên payebilind wenda kirine, her hemû bûne hedefa rasterast ya MÎTê û di operasyonên taybet de hatine kuştin, Darka Mazî wêne û agahiyên tev wan rayedaran parve dike.

Îsal 2023an jî weke 40 salên rabûrî, PKK’ê ti destkeftiyek ji boy milletê kurd û doza wan ya rewa bi dest nexistiye û eynî derewên salên rabûrî dubarekirin, berevajî tifaqên bi dewletên dagîr, ji destdayîna axê û herêmên gêrîla, revandin û dane kuştina zarokên kurdan, her wiha stendina bacê û geşkirina ticareta maddeyên hişberê, ji giringtirîn serdêrên berxwedana PKK’ê ya sala 2023an bûn, berxwedana ku bi sernavê “biratîya gelan û demokratîkirina Tirkiyeyê û afrandina paşerojê” di meşîne.

Di vê babetê de emê tenê behsa wendahiyên PKK’ê yên 2023an bikin, tevî ku di vê salê de bi sedan gêrîla û zarokên kurdan bi destê artêşa tirk dane kuştin, îstixbarata Tirkiyê MÎTê jî di operasyonên taybet de herî kêm 60 berpirs, rayedar, endamên konseye navendî û fermandarên leşkerî û berpirsên îdarî yên PKK’ê kuştine.

Li himberî vê wendahiyê û zêdebarî dane kuştina bi sedan gerîlayan, PKK’ê ti yêk ji fermandar û rayedarên tirk ne li nava sînorên Tirkiyê û ne jî li dervey sînorê Tirkiyê nekuştine.

MÎTê piraniya van rayedarên PKK’ê, li başûr û Rojava Kurdistanê kirine armanc û navên wan evin:

  1. Di 3/3/2023an de, MÎTê li Şengalê operasyonek taybet encam da û Seed Elî Bedel berpirsê leşkerî yê PKK’ê li Şengalê kuşt.

  2. Di 19/3/2023an de, Mihemed Yîldirim berpirsê darayî yê PKK’ê li Tilrfetê, ji hêla MÎTê ve hat kuştin.

  3. Di 16/4/2023an de, fermandara HPGê ya bi navê Hêjar Zozan li herêma Serhedê hat kuştin.

  4. Di 25/4/2023an de, MÎTê îlan kir ku Mehmet Sarî berpirsê PKK’ê yê Reqayê, di operasyonekê de li Qamişlo hat kuştin.

  5. Di 4/5/2023an de, MÎTê Engîzek Cûdî berpirsê perwerdeyê yê PKK’ê, li Garey kuşt.

  6. Di 5/5/2023an de, MÎTê li çiyayê Garey Nêçîrvan Seven berpirsê lojîstîk yê PKK’ê kuşt.

  7. Di 7/5/2023an de, MÎTê berpirsê PKK’ê Eyvaz Beyaz berpirsê enya Garey ya PKK’ê kuşt.

  8. Di 9/5/2023an de, li çiyayê Garey îstixbarata Tirkiyê, Tekîn Okan berpirsê yekeya taybet ya PKK’ê kuşt.

  9. Di 10/5/2023an de, MÎTê berpirsê hêza taybet yê PKK’ê, Muslim Urper li çiyayê Garey kuşt.

  10. Di 13/5/2023an de, MÎTê Heyder Demîrel berpirsê giştî yê eyaleta holê yê PKK’ê kuşt.

  11. Di 17/5/2023an de, MÎTê kesê bi navê Tuba Karakuça ku yeke ji berpirsên darayî yên PKK’ê li Kobaniyê kuşt.

  12. Di 22/5/2023an de, MÎTê berpirsê ragihandinê yê PKK’ê Emer Şahîn, li Başûrê Kurdistanê hedef kir.

  13. Di 24/5/2023an de, Rêveberiya PKK’ê bi daxuyanîyekî kuştina endama komîteya navendî ya rêxistinê û fermandara YJA-starê ya bi kodnavê “Leyla Sorxwîn” eşkere kir.

  14. Di 8/6/2023an de,medyaya Tirkiyê ragihand ku MÎTê di operasîyonekê de li Silêmaniyê berpirsê mezin yê PKK’ê Fehmî Ogmen, li gel du gerîlayên din kuştiye.

  15. Di 9/6/2023an de, MÎTê kuştina endama Rêveberiya Minbicê ya PKK’ê, Hêlîn Îşenim ragihand.

  16. Di 10/6/2023an de, MÎTê li Silêmaniyê kadro û berpirsê PKK’ê Huseyîn Arasan kuşt.

  17. Di 14/6/2023an de, MÎTê li Başûrê Kurdistanê kesê bi navê Ebdulqehar Karasaç kuşt.

  18. Di 17/6/2023an de, MÎTê berpirsê PKK’ê yê bi navê Nûrî Osman, li Rojava Kurdistanê kuşt.

  19. Di 17/6/2023an de, li gor daxuyaniya HPGê yek ji fermandarên gerîlayan bi navê Samî Ozdemîr û Umît Korkmaz ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

  20. Di 20/6/2023an de, hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, di êrîşa Drona Tirkiyê de hate kuştin û cîgirê wê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

  21. Di 23/6/2023an de, MÎTê kuştina Ebdulrehman Çadirçî yê endamê Konseya PKK’ê ragihand.

  22. Di 24/6/2023an de, endamê Konseya KCK’ê Esat Feraşîn, di êrîşeka Tirkiyê de li Rojava Kurdistanê hat kuştin, ev kadroyê hêla jûr bi sindoqa reş ya PKK’ê dihat naskirin.

  23. Di 15/7/2023an de, îstixbarata Tirkiyê ragehand, berpirsê PYD’ê – PKK’ê yê Minbicê bi navê Heysem Cuma kuşt.

  24. Di 16/7/2023an de, îstixbarata Tirkiyê fermandarekî din yê PKK’ê bi navê Edîb Temîz kuşt ku berpirsekî teknîkî yê girîng yê rêxistinê bû.

  25. Di 16/7/2023an de, MÎTê Bîlal Onat, berpirsê PKK’ê yê Avaşînê kuşt.

  26. Di 22/7/2023an de, dewleta Tirkiyê ragihand yek ji berpirsên payebilindên PKK’ê bi navê Uzgur Alparselan, li çiyayê Gare kuştiye.

  27. Di 31/7/2023an de, MÎTê kuştina Haron Îtah, fermandarê Botanê yê HPG’ê îfşa kir.

  28. Di 2/8/2023an de, artêşa Tirkiyê Sultan Uroça fermandara partiya karkeran li gundewarê Bidlîsê kuşt.

  29. Di 4/8/2023an de, balafirên Tirkiyê li şengalê berpirsê mezin yê PKK’ê Yilmaz Bayram kuşt.

  30. Di 16/8/2023an de, MÎTê li çiyayê Garey berpirsê ragihandinê û arşîvê yê PKK’ê, Celal Bîrdal kuşt.

  31. Di 19/8/2023an de, MÎTê li Hesekê kesa bi navê Hîcran Îcuza, berpirsa jin û ciwanên bê çek yên PKK’ê kuşt.

  32. Di 23/8/2023an de, MÎTê dîsan li Silêmaniyê kesê bi kodnavê bawer Botan ku kadroyê PKK’ê ye di operasyoneke taybet de kuşt.

  33. Di 1/9/2023an de, MÎTê kesa bi navê îman Mehmûd Derwêş, di êrîşeke hewayî ya Tirkiyê de li Minbicê kuşt.

  34. Di 7/9/2023an de, berpirsê encûmena leşkerî ya Minbicê Bozan Osman Berkil di encama teqîna bombeyekê de hate kuştin.

  35. Di 7/9/2023an de, MÎTê kesa bi navê Zulfiye Bînbîra, ku tirafîka pereyan ya PKK’ê bû li Rimêlanê kuşt.

  36. Di 10/9/2023an de, PKK’ê kuştina fermandareke xwe a bi navê “Yildiz Şahîn” eşkere kir.

  37. Di 11/9/2023an de, MÎTê kesê bi navê Mutesim Akyurek berpirsê perwerdehiya leşkerî yê YPG’ê – PKK’ê li Amûdê kuşt.

  38. Di 17/9/2023 de, di êrîşeke hewayî ya Tirkiyê de li sînorê Qamişlo, fermandarê HSD’ê û kadroyê PKK’ê “Aslan Qamişlo” hat kuştin.

  39. Di 22/9/2023an de, rêveberiya xweser, kuştina berpirsa PKK’ê Remziye Altog li Qamişloyê ragihand.

  40. Di 22/9/2023an de, MÎTê li şengalê kesê bi navê Xalid Reşo Qasim, berpirsê ewlehîya Şengalê yê YBŞ’ê – PKK’ê kuşt.

  41. Di 27/9/2023an de, li derdora gundên Silêmaniyê, kadroyê PKK’ê Mezlûm Ozturk, di operasyoneke taybet ya MÎTê de hate kuştin.

  42. Di 2/10/2023an de, MÎTê berpirsê asayîşa PKK’ê yê Rojava Kurdistanê, Muzdelîf Taşkîn li Qamişlo kuşt.

  43. Di 6/10/2023an de, berpirsê YBŞ’ê û PKK’ê yê Şengalê, Îlyas Bro hate kuştin.

  44. Di 25/10/2023an de, MÎTê berpirsa PKK’ê Atêla ya bi navê kod Rozerîn Şemzînan, li Başûrê Kurdistanê kuşt.

  45. Di 28/10/2023an de, MÎTê berpirsê PKK’ê yê lîwaya Dêrkê, kesê bi navê Mihemed Ezo kuşt.

  46. Di 31/10/2023an de, berpirsê lojîstîk û darayî yê herêma Metîna yê PKK’ê, Cahîd Aktay di operasyoneke MÎTê de hat kuştin.

  47. Di 7/11/2023an de, MÎTê raghand ku berpirsa PKK’ê ya bi navê Ayşe Arslan, ku wek Tekoşîn Cizîre tê naskirin kuştiye.

  48. Di 10/11/2023an de, MÎTê di operasîyonekê de “Yadîn Bulut” berpirsê bazirganiya maddeyên hişber û çalakiyên qanûnîkirina pereyê dereqanûnî yê PKK’ê kuşt.

  49. Di 17/11/2023an de, MÎTê Elî Subaş, berpirsê aydolojîk yê PKK’ê li Rojava kuştin.

  50. Di 14/11/2023an de, berpirsê rêxistina PKK’ê yê Kerkûkê, kesê bi navê Remzî Avcî, di operasyoneke taybet ya MÎTê de li sînorê Silêmaniyê hat kuştin.

  51. Di 23/11/2023an de, MÎTê kuştina Fexredîn Tolun, berpirsê dabîn kirina çek û teqemeniyan yê PKK’ê li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê kuşt.

  52. Di 20/11/2023an de, MÎTê ragehand ku wan berpirsa PKK’ê ya bi navê Gulsum Dogan, kuştiye.

Partiya karkeran ji destpêka damezrandina xwe û heya roja me ya îro ti destkeftiyek ji boy kurdan bi dest nexistiye, tenê malwêranî û şer û kavilkarî ji boy kurdan aniye, li gorî bîlançoyên ku ji hêla rêxistinên navdewletî ve tên parvekirin, bi dehan hezar kurd bi sedema şerê bê wate yê PKK’ê di 40 salên borî de hatine kuştin û li himberî vê hêjan yêk gundê Kurdistanê bi vê tekoşîna saxte ya PKK’ê nehatîye rizgar kirin.

 

Pustên heman beş