Tirkiye 250 penaberên din vedigerîne Sûriyeyê

Tirkiye 250 penaberên din vedigerîne Sûriyeyê

Desthilatên Tirkiyeyê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 250 penaberên Sûriyê dersînorî bakurê Sûriyeyê kirin.

Li gor medyaya xwecihî, desthilata Tirkiyeyê zêdetirî 550 penaberên Sûrî di deriyên Bab El-Selamê re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Demek e hikûmeta Tirkiyeyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Pustên heman beş