Bîlançoya mijdarê.. PKKê dîsa 124 leşker bi derewan kuştin!!

pkk-helikopter-turkey-hpg-november--info

Partiya Karkeran bîlançoya mijdarê a şerê xwe bê wate ragihand û dîsa ji derew gotiye ku 124 leşker di vê mehê de kuştine, hemwext destkeftiyên ku ji boy gelê Kurd di vê mehê de bi destxistine ragihandin ew jî hinek: “Lepik, çante û kincên baranê û kêr û power bank in”.

Dewleta Tirk û PKKe her li navbera çend rojan bîlançoya zirarên hev radgihînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekê taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

HPGê, roja înî 1/12/2023 bîlançoya mijdarê aşkere kir û got 124 leşkerên dagîrker kuştine 7 balafirên bê mirov êxistine. Li himberî vê tenê 4 Gerîla hatine kuştin.

Li gorî PKKê, di mijdarê de her rojê bê navbir 4 heya 5 leşkeran hatine kuştin!! Heger ev yêk rast be pêwîste kêfa her Kurdekî jê re were, lê belê her ku diçe PKKe berxwedana xwe bi derewên wisa bi şax geş dike û kuştina tu yêk ji wan leşkeran li holê tune.

Partiya karkeran ji sercema 124 leşkerên ku gotîye wê kuştine, dîmenên tu yêk ji wan jî parve nekirune û di nûçeya raguhandina kuştina wan de dîmenên holyodî ên çekdarekî xwe yê li pişt tiraşê razayî parvekiriye.

Pustên heman beş