Pênc kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

Pênc kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

 Li Rojhilatê Kurdistanê 5 kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bû û ew gehandin nexwaşxaneyê.

Pênc kolberên bi navên Rêbwar xelkê bajarê Bane, Aruyn Reşîdpûr kolberê xelkê bajarê Seqiz û 3 kolberên xelkê bajarê Pawe, ku nasnameya yek ji wan navê wî Keyhan Emînî ye bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Kurdistanê birîndar bûn.

Duh 02.12.2023yê kolberekî bi navê Rêbwar û xelkê gundê Kêle ya ser bi bajarê Bane li sînorê Hengejale ya Bane û 3 kolberên din jî ku xelkê gundê Daryan a ser bi bajarê Pawe li sînorê Newsûdê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn. Heta niha nasnameya yek ji wan kolberên xelkê Daryan ê bi navê Keyhan Emînî tenê aşkera bûye, ku 300 parçeyên saçmeyan li bedena wî ketine.

Li gor zanyariyan piştî birîndarbûna wan 3 kolberên xelkê bajarê Pawe, ji ber birîna wan kûr û girane ji nexwaşxaneya Qudis a wî bajarî re hatine veguhestin. Herwaha kolberekî din ê xelkê bajarê Bane yê bi navê Rêbwar jî ji nexwaşxaneya bajarê Tewrêzê re hatiye veguhestin.

Herwiha kolberê bi navê Aruyn Reşîdpûr ê xelkê bajarê Seqizê li sînorê gundê Sawcî ya ser bi Merîwanê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ji lingê xwe ve birîndar bûye û ji bo çareseriyê ji nexwaşxaneya Bûelî ya bajarê Merîwan re hatiye veguhestin.

Pustên heman beş