Bi sedema êrîşa Tirkiyê welatîyek li Bamernê şehîd ket û yeke din jî birîndar bû

Bi sedema êrîşa Tirkiyê welatîyek li Bamernê şehîd ket û yeke din jî birîndar bû

Balafirên leşkerê Tirkiyê deverdariya Bamernê ya ser bi Amêdiyê ve bomberan kir, bi vê sedemê welatîyekê canê xwe ji dest da û yeke din jî birîndar ket.

Îro roja sêşemiyê 05-12-2023, saet 07:00, balafirên şer yên Tirkiyê navenda deverdariya Bamernê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve bombebaran kir, bi vê sedemê welatîyek şehîd ket û yeke din jî birîndar bû.

Navê welatiyê birîndar bûyî Metîn Sedîqe ku şivane û ji boy çerandina pezê xwe derketibû çolê, tîmên saxlemiya Bamernê Sedîq rakirin nexweşxaneya hawarhatina Duhokê û di niha de rewşa wî cêgîre, welatiyê şehîd ketî jî ji şêniyên Batûfa ya ser bi Zaxoyê ye.

Li gor agahiyan, ev cara yekeme balafirên şer yên Tirkiyê bi vê nizîkatiyê derdora Bamernê bombebaran dikin.

Pustên heman beş