Darka Mazî navên 10 fermandarên din yên PKK’ê eşkere dike ku heya niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Darka Mazî navên 10 fermandarên din yên PKK’ê eşkere dike ku heya niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Roj naçe navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê navên hin ji keç û kurên Kurd eşkere neke ku di şerê bi Tirkiyê re ew bi kuştin dane, lê rexmî vê yekê PKK navê hejmarek herî zêde jî vedişêre û bi tu awa mirina wan ranagehîne, ev yek jî şikestina PKK’ê di vî şerê sexte de nîşan dide.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet li Başûrê Kurdistanê navên hejmarek ji fermandar û gerîlayên PKK’ê bi dest xistine ku di sala 2023an de bi sedema êrîşên hewayî yên balafirên Tirkiyê li çiyayê Metîna jiyana xwe ji dest dane, lê belê heya niha PKK’ê navên wan eşkere nekirine û malbatên van ciwanan jî ji çarenivîsa wan bê xeberin.

Navên gerîlayên PKK’ê yên ku îsal di êrîşa balafirên şer yên dewleta Tirkiyê de canê xwe ji dest dane bi vî awane:

  1. Kerîm Bakur, Berpirs Tîm, di meha 7 ya îsal de, li devera tepê navîn ya çiyayê Metînayê hatiye kuştin.

  2. Delîl Ereb, şervan, di meha 7 ya îsal de, li devera tepê navîn ya çiyayê Metînayê hatiye kuştin.

  3. Azad Kobanî, şervan, di meha 7 ya îsal de, li devera şehîd Piling ya dikeve gundê Hêsê li çiyayê Metînayê hatiye kuştin.

  4. Rojhat Rojhilat, Berpirs Eyalet, di meha 7 ya îsal de, li devera şehîd Piling ya dikeve gundê Hêsê li çiyayê Metînayê hatiye kuştin.

  5. Zinar Heseke, Berpirs Tîm, di meha 7 ya îsal de, li devera şehîd Piling ya dikeve gundê Hêsê li çiyayê Metînayê hatiye kuştin.

  6. Mesken Nisêbîn, Berpirs Bolge ya herêma Garzan, di meha 8 ya îsal de li devera gundê Bazê hatiye kuştin.

  7. Dijwar Amed, alîkarê Berpirs Bolge, di meha 10 ya îsal de, li devera çarçel li Metîna hatiye kuştin.

  8. Roken Zîlan, Endama Saziyên têkiliyên gel bû, di 2023/10an li gundê Dergelê hatiye kuştin.

  9. Hisên Amed, Berpirsyarê Giştî yê Saziya Darayî li meha 2023/10an hatiye kuştin.

  10. Roken Koçer, Endama Sazîya Darayî di meha 2023/10an, nêzî gundê Dergelê li devera Berwarî Bala hatiye kuştin, her wiha bi Roken Koçer re Sarîna wan endama Sazîya Têkiliyên Gel birîndar bûye.

Pustên heman beş