PKKê nasnameya 2 çekdaran aşkere kir û got wan her zehmetiyek di Apoyîtiyê de dît!

pkk-hpg-ciwan-botan-net

PKKê nasnameya 2 çekdarên din yên rêxistinê aşkere kir ku li tebaxa îsalê dayne kuştin û di pesnê wan de gotiye wan her cure zehmetiyek di Apoyîtiyê de dît!.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê weke her roj îro roja duşemî 4\12\2023an jî nasnameya du çekdaran aşkere kir ku li 9 tebaxa îsalê li herêma Botanê da ne kuştin û paş derbasbûna 4 mehan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Ev çekdar bi navê Elî Mihyettîn û Mazlûm Îrfan tên naskirin, PKKê ew di rîya Apoyîtiyê de feda kirin û di pesnê wan de jî tev ku gotiye fedayê Apo bin, wan her cure zehmetî di Apoyîtiyê de dît.

PKKe her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku li sal û mehên berê di şerê xwe yê bê encam de feda kirîn û hêjan mirina wan veşartî maye.

Pustên heman beş