Îbrahîm Guçlu: Divê namzedên Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî bizanin

Îbrahîm Guçlu: Divê namzedên Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî bizanin

Hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê li Adara sala bê tên kirin, Çavdêrekê siyasî jî dibêje, “divê namzedên Kurdan xwediyên nerînên Kurd û Kurdistanî bin û zimanê Kurdî bizanin”.

Çavdêrê siyasî yê Diyarbekirê Îbrahîm Guçlu ji K24ê re ragehand, “Ev hilbijartin ji bo Kurdan giring in, çi li Kurdistanê çi jî li tevahiya Tirkiyeyê, ji ber ku birêvebirina şaredariyê rasterast birêvebirina bajar û bajarokan û deverê ye”.

herwesa tekez kir, “Li bajarên Kurdistanê, divê Kurd şaredariyên xwe hil bibijêrin”.

Îbrahîm Guçlu amaje da wê yekê, “Belkî derfet heye Kurd bikarin li bajarên biçûk serokên şaredariyan û pareke mezin a endamên civatan qazanc bikin”. Herwesa got, “Lê qazanckirina bajarên mezin ji aliyê Kurdan ve mimkin nîne”.

Wî çavdêrê siyasî bal kişand ser taybetmendiyên namzedan û got, “Namzedên bajarên Kurdistanê, ji çi partiyê bin ferq naqe, divê xwediyên nerînên Kurd û Kurdistanî bin, Kurdiyê bizanin û Kurdistanê û bajarên Kurdistanê nas bikin”.

Herwesa tekez kir, “Ji bo ku bajaran bi rê ve bibin, divê Kurdiyê bizanin û bikarin bi xelkî re bi kurdî danûstandinan bikin”.

Pustên heman beş