Revandina zarokan berdewame.. Çeteyên PKK’ê zarokek din ji Hesekê revand

Revandina zarokan berdewame.. Çeteyên PKK'ê zarokek din ji Hesekê revand

Rêxistina Ciwanên Şoreşgerên ser bi PKK’ê ve, li taxa Muftîya bajarê Hesekê, zarokekî temen biçûk bi armanca tevlîkirina nava refên partiyê de revandin.

Li Gorî Tora Çavdêriya Mafên Mirovana Sûriyê, rêxistina Ciwanên Şoreşger di 28 Mijdara 2023an de zarokê bi navê Ehmed Ednan Hesen yê 13 salî ji Taxa El-Muftî revand û eşkere kir ku dema ji dibistana Deham Bozo ya li herêma El-Dahyaya girêdayî taxa El-Muftî derdiket hatiye revandin.

Di heman çarçoveyê de, tora sûrîya çavdêriya mafên mirovan di daxuyaniyekê de derbarê bûyera revandinê de, daxwaz ji rêxistinên navdewletî û civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin û dawiyê li van binpêkirinan bînin.

Fermandarê HSD’ê Mezlûm Kobanê, di sala 2019 de li gel Vêrcînya Gamba nûnera netewên yekgirtî bû karûbarên zarokan, peymanek îmze kiriye, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û yên di nav de serbest werin berdan, lê ta niha çi pabendî bi peymanê nehatiye kirin, û revandin û leşkerkirina zarokan berdewamin.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ya ser bi PKK’ê ve berdewam bi armanca çekdarkirina zarokan di nava refên PKK’ê de zaroka dixapîne û wan direvîne, bêy ku ti giringiyekê bi mafên zarokan û rewşa malbatên wan bide.

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” rasterast fermanan ji Qendîlê distînin û dibin seywana rêveberiya xweser ya PYD’ê de berdewamiyê bi çalakiyên xwe yên revandina zarokan û gef xwarina li ciwanên rojava welat yên ku ne bi PKK’ê re ne, dide.

Pustên heman beş