Baroya Amedê: Êrîşkirina nirxên Kurdan ne ewqas hêsan e

Baroya Amedê: “Êrîşkirina nirxên Kurdan ne ewqas hêsan e.

Piştî ku hat ragihandin rêya nû ya ku dê li Amedê bê çêkirin wê navê Şeyh Seîdt lê bikin, Rojnameger Fatîh Altaylî bertek nîşan da û heqaret li Şeyh Seîd kir. Baroya Amedê jî ragihand ku ji ber gotinên Fatîh Altaylî yên heqaretê ew ê li dijê wî dozekî vekin.

Piştî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir ku rêya nû ya ku dê bê çêkirin wê navê Bulvara Şeyh Saît bike, ji aliyê Rêxistina TKP’ê ya Amedê û gelek cihan bertek hat nîşandan. Yek ji bertekan ji Rojnameger Fatîh Altaylı hat. Altaylî di bernameya xwe de bi heqareta li Şêx Seîdkir.

Altaylî di axaftina xwe de ev gotin bi kar anîn:

“Hikûmeta me ya bi navê xwecihî û neteweyî heye. Tu navê bulvarekê bi navê kesekî rezîl, ku li dijî Tirkiyê bi îngilîzan re hevkarî kir û dema ku Tirkiye hîn di qonaxa damezrandinê de bû serî hilda û hewl da vî welatî hilweşîne û parçe bike. Bi navê Serhildana Şêx Seîd serhildanek heye. Îcar hûn ê sibê navê bulvarekê bikin bulvara Öcalan jî?

Serokê Baroya Amedê: Em ê serlêdana tawanekî bikin

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku ew ê li hemberî heqareta Altaylî bêdeng nemînin.

Eren got, “Em ê li hemberî êrîşa qirêj a li hemberî Şêx Seîd bêdeng nemînin. Ev zîhniyeta ku xwe tekane xwediyê welat dibîne, ji rewşa ku em tê de ne berpirsyar e. Baroya Amedê dê giliyên pêwîst ên sûc bike. “Êrîşkirina nirxên Kurdan ne ewqas hêsan e.

Pustên heman beş