Du baregehên leşkerî yên Amerîkî hatine armanckirin

Du baregehên leşkerî yên Amerîkî hatine armanckirin

Vox Media îro roja sêşemê ragihand ku du baregehên leşkerî yên Amerîkî li Iraq û Sûriyê hatine armanckirin.

Êrîş bi firokeyên bêfirokevan li ser baregeha leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê li Iraqê hat encamdan û êrîşeke mûşekî li ser binkeya leşkerî ya Şedadê li Sûriyê hat kirin, hêzên Amerîkî li wê deverê ne, lê ti ziyanên canî nehatine ragihandin.

Ji destpêka şer û pevçûnên li Xezeyê di 17ê Cotmehê de heta niha nêzîkî 90 êriş li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê hatine kirin.

Grûpên milîs ên Iraqî çendîn caran berpirsatiya êrîşan li xwe girtiye.

Pustên heman beş