Parlamenterê HUDA PAR: Emê hesabê heqaretê ji Fatih Atayli bipirsin

Parlamenterê HUDA PAR: Emê hesabê heqaretê ji Fatih Atayli bipirsin

Rojnameger Fatîh Altayli (ku wek gelek rojnameger û siyasetmedarên Tirkiyê bi eslê xwe ne Tirk e û koçberê Balkanan e) heqaret li rêberê Kurd Şêx Saîd kir û vê yekê di nav Kurdan de nerazîbûnek mezin da destpêkirin.

Di vê derbarê de Wekîlê Êlihê yê HUDA PAR Serkan Ramanli bertek nîşanî heqaretên rojnameger Fatîh Altaylî yên li Şêx Saîd da.

Ramanli, da zanîn ku ewê di derbarê rojnameger Fatîh Altaylî de dozê vekin û li ser hesabê xwe yê X ev agahî dan: “Hin pozbilindên ku di derbarê namûsê de fikra wan a herî biçûk jî tuneye, cesaret kirine ku heqaretê li bîranîna Şêx Saîd Efendî bikin. Ger mîratgirên Şêx Saîd Efendî destûrê bidin me, ‘Heqaretkirina li bîranîna kesekî’ ya di TCKê de hatiye rêzkirin. 130/ 1 “Emê li pêşberî hiqûqê hesab ji xwediyê vê heqaretê bipirsin”.

Pustên heman beş