Li Diyarbekirê 10 kes bi tometa pêwendiya bi PKK’ê re hatin binçavkirin

Diyarbekir-pkk-amed

Li Diyarbekirê ji aliyê Hêzên Cendirme û MÎTê ve li hember PKKê operasyonek hat li darxistin û hat ragihandin, di encama operasyonê de 10 kes hatine binçavkirin.

Parêzgeriya Diyarbekir ragihand, li Farqînê û Hezroyê li 13 xalan li hember rêxistinbûna PKKê û bangeşeya bi rêya medyaya civakî ya PKKê operasyonek hatiye lidarxistin.

Da zanîn jî, di encama operasyonê de, 10 kes hatine binçavkirin.

Hat ragihandin, têkiliya kesên hatine binçavkirin bi PKKê re hatiye tespîtkirin, herwiha alîkarî dane PKKê.

Pustên heman beş