PKK destûra partiyê li ser Rojavayê Kurdistanê disepîne û bi yek peyv jî navê Kurdistanê nayne

PKK destûra partiyê li ser Rojavayê Kurdistanê disepîne û bi yek peyv jî navê Kurdistanê nayne

PKK destûra partiyê li ser Rojavayê Kurdistanê disepîne û bi yek peyv jî navê Kurdistanê naynePartiya Karkerên Kurdistanê (PKK) destûra partiyê li ser Rojavayê Kurdistanê sepand, lê di wê destûrê de bi yek peyvê jî navê Kurdistanê nayne. Çavdêr jî dibêjin ev jî belgeyekî dine ku PKK Kurdistanê nasnake.

Duh PKKê li Rojavayê Kurdistanê destûra partiyê ya ji 134 madeyan pêktê belav kir, ji bo wê jî gelek bertekên cuda çêbûn. Bi taybet jî ji ber ji ber destûra PKKê di ti proseyekî ofîsên destûrî yên li gor zanista siyasî re derbas nebûye di dana desteyekî giştî di nav civakê bo nivîsandina reşnivîsa destûrê û piştre wergirtina têbiniyên xelkê û derveyî wê jî rapirsî kirina li ser destûrê nebûye. Ango PKKê bixwe destûr nivîsandiye û li ser xelkê sepandiye û bangeşeya wê yekê jî dike ku xwedê girawî encûmenekî yasadananê destûr nivîsandiye, navê wê jî danîne destûr Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Vê derbarê de endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Cîdan ragehand, ew destûra ji bo Rojavayê Kurdistanê tê behs kirin, destûra PKKê ye û rêyên yasayî re derbas nebûye, tenê destûreke PKKê ya ji bo kantonên Rojavayê Kurdistanê daniye û ragehand: ‘’Ev mijar tenê ji bo mijûlkirina kesên xwe ye ku bi salane mijarekî waha ji bo wan dibînin. Ev çend mehe behsê dikin, di rastiyê de ew destûr ne ji bo kurdane ne ji bo Sûriyê ye, tenê destûra PKKê ye bo Rojavayê Kurdistanê û ne ti tiştekî din e. Îspat jî dike ku PKK Kurdistanê nas nake.’’

Pustên heman beş