Li Bexdayê êrîş li navendeke dengdanê hat kirin

Li Bexdayê êrîş li navendeke dengdanê hat kirin

 Ajokarekî tuktukê li navçeya Sadir a Bexdayê êrişî navendeke dengdanê kir û piştre ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.

Îro danê sibê 16-12-2023, di dema birêveçûna proseya dengdana hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê de, ajokarekî tuktukê li navçeya Sedir bi narincokekê êrişî binkeya dengdanê ya “Kedihîn” kir.

Êrîşkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û lêkolîn bi wî re tê kirin.

Proseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, îro li 14 parêzgehên Iraqê, navçeyên Kurdistanî û Herêma Kurdistanê ji demjimêr 07:00 ve dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam bike.

Dengdana taybet bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê (ji bilî parêgehên Herêma Kurdistanê) îro (16/12/2023) tê kirin û hilbijartinên giştî jî di roja 18ê vê mehê dê were kirin.

Pustên heman beş