HPGe: Sê milîtanên Apo fedayê Apo bûn!!

kurd-pkk-hpg-kck-npg-ypg-hsd-tevger-milîtanên Apo -info

Nasnameya 3 çekdarên din yên PKKê aşkere bû ku ji cotmeha îsalê ve ketine ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê mirina wan veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja êkşemî 17/12/2023an nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir ku ji cotmeha îsalê ve li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve îro hatîye mirina wan îfşa kirî ye.

Navên wan wisaye:

Mehmet Ebdulselam ji Amedê.

Rizgar Bişar ji Dirbêsiyê.

Jiyan Suleyman ji Amedê.

HPGê weke bi sedan rêhevalên wan, ev sê ciwanên Kurd jî di şerê xwe ya bê encam de da ne kuştin û di pesnê wan de dibêje: Milîtanên Apo fedayê Apo bûn.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku ji bo Apo berê wan da ye mirinê û mirina wan veşartî hiştî ye.

Pustên heman beş