Mîtê berpirsê PKKê Ronî Welat kuşt

Ronî Welat (1)

Li gorî îdiaya medyaya fermî ya Tirkiyê, Ronî Welat berpirsê PKKê yê li Dêrezorê di êrşeke Mîtê de hat kuştin, HSDê li 6 kanûnê ragihandibû ku ronî di êrîşeke terorîstî de canê xwe ji dest da ye.

Medyaya Tirkiyê duh roja yekşemî 17/12/2023an îdia kir berpirsê PKKê û YPGê yê bi navê Şêrwan Hesen bi navê kod Ronî Welat li 5ê ve mehê li Dêrezorê di êrşeke Mîtê de hatiye kuştin.

Li aliyê din HSDê li 6ê kanûn dabû zanîn ku Ronî Welat di êrşeke terorîstî de dema ew li ser erka xwe bû canê xwe ji dest daye.

Her wiha diyar kirbû, “Ronî Welat” ku endamê civata serbazî ya Dêrezûrê ye jî, li 5ê kanûnê erebeya wî bi bombeyeke nûsandî li nêzî zeviya petrolê ya Omer li rojihlata Dêrezûrê hatibû teqandin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Ronî Welat di navbera salên 2011-2013an de li Tirkiyê li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê hinek çalakî li dar xistine.

Pustên heman beş