Çeteyê PKK’ê yê ku êrîşî çalakiya kurdan kirî kî ye

Çeteyê PKK’ê yê ku êrîşî çalakiya kurdan kirî kî ye

Duh roja yekşemî 17/12/2023’an, yek ji çeteyên PKK’ê di pîrozbahiya Roja ala Kurdistanê de li bajarê Dêrkê êrişî çalakiya kurdan kir û piştre ji cihê çalakiyê reviya.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî nasnameya vî çeteyê PKK’ê eşkere kirin û ragihandin, navê kesê ku êrîşî çalakiya bi boneya roja ala rengîn ya Kurdistanê li bajarê Dêrkê kirî Omere ku bi kodnavê “Ehmed Gênco” tê naskirin, ew ji şêniyên Serê Kaniyê ye, li dawiya sala 2019’an çûye Dêrkê û li wir bicî bûye, ew yek ji endamên çeteyên PKK’ê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger”e.

Her weha eşkere kirin, ev çeteyê PKK’ê duh ji zindanê hatiye azadkirin, ji ber ku pêş niha mobayîla kesekî dizîbû, dema ji zindanê derdikeve yek ji kadroyên PKK’ê ya jin ku ji Bakurê kurdistanê ye wî teklîf dike êrîşî çalakiya bi boneya roja Ala Kurdistanê li bajarê Dêrkê hatiye lidarxistin bike û çalakiya kurdan têk bide.

Li gor agahiyên taybet yên Darka Mazî, piştî vê bûyerê bavê Omer pirr aciz bûye û çûye cem berpirsên YPG’ê û ji wan re gotiye nedibû hûn karekî bi vî awa bi kurê min bidin encam dayîn, ev karekî pirr bi şerm bû.

Pustên heman beş