PWK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

PWK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

“45 sal berê,sal1978, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Girgumê(Meraşê), li Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate kirin. 

Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst ên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîzekirin û li darxistin. 

Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin kuştin, 1500 kes jî birîndar bûn. Di 45emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin. 

Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.”

19.12.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK (

Pustên heman beş