Kuştina ciwanên Kurdan ji boy “Biratîya Gelan” berdewame

hpg-net-ciwan-biratiya-gelan-info

PKKê nasnameya du çekdarên din aşkere kir ku 6 mehan berê li Zapê bi destê artêşa Tirkiyê da ne kuştin û îro hatiye di pesnê wan de dibêje: Ew bûn hêvên ji boy yektîya gelan!.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 21/12/2023an nasnameya du çekdarên xwe yên bi navên Idrîs Suleyman û Elî Ehmed îfşa kir ku 6 meha berê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin.

PKKê mirina Idrîs û Elî jî 6 mehan veşartî hişitbû û ji nû ve hatiye îro mirina wan îlan kiriye û di pesnê wan de dibêje ew bûn hêvênê biratî û yektîya gelan!.

 “Biratîya Gelan” pirojeyeka qirêj ya îstixbaratî ye, dezgehê îstixbarata Tirkiyê bi alîkarîya her yêk ji rijêmên Sûryê û Îranê çêkir, pişitgriyê dide rejîmên Kurdistan li her 4 parçeyan dagîr kirî, ev piroje ji Kurdan dixwaze dest ji mafên xwe yên neteweyî berdin û di çarçoveya wan dewletan da bimînin û di nava gelên wê da asmîle bibin.

Ocalan li sala 2013an pirojeya “Biratîya Gelan” qebûl kir û ji wê demê ve PKKe bi fermî xistîye di xizmeta dewleta Tirk de û ji wê demê ve PKKe her roj ciwanên Kurdan ji boy vê pirojeya qirêj dide kuştin.

Pustên heman beş