Îsraîl bi tundî êrîşî Hizbullaha Libnanê dike

Îsraîl bi tundî êrîşî Hizbullaha Libnanê dike

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê yên esmanî ji Çarşemê vir ve êrîşan dibin ser navendên Hizbullaha Libnanê.

Medyaya Libnanî û jêderên ewlekarîyê jî îro Pêncşemê ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de yên li başûrê Libnanê jineke pîr hatiye kuştin û mêrê wê jî birîndar bûye.

Ajansa Reuters ya nûçeyan dide zanîn ku Îsraîlê di êrîşên de li başûrê Libnanê heta niha nêzîkî 20 kesên sivîl hatine kuştine, di nav dezarok û rojnamevan jî.

Hizbullahê jî dîyar kir ku endamekî wê hatiye kuştin ku li gor wê rêxistinê di êrîşên dawî yên Îsraîlê de pirtir ji 100 çekdarên wê canên xwe ji dest dane.

Hizbullah, piştî hevbenda wê Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê dijî hêzên wê êrîşan li dar dixe ku ev yek dike ku hêzên din yên bi piştgirîya Îranê jî tevbigerin û rê li ber gurbûna girjîya li Rojhilata Navîn vedike.

Hizbullah ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê nasîn.

Îsraîl dibêje li sînorê Libnanê 8 leşkerên Îsraîlî û 4 sivîl hatine kuştin.

Jêderên herêmê dîyar dikin ku tundûtûjîya li sînor hinekî daketiye, lê Îsraîlê di vê pêvajoyê de li sînor 30 kîlometre kûrtir çûye û gehiştiye Iqlîm El Tufah.

Hizbullah û Îsraîlê sala 2006’an nêzîkî mehekê şer kiribûn û li gor angajmana ne nivîskî çaverê ye Hizbullah jî piştî êrîşên dawî li hêla Îsraîlê êrîşên hîn kûrtir di nav axa Îsraîlê de pêk tîne.

Pustên heman beş