Droneke Tirkiyeyê otomobîlek li parêzgeha Hesekê kire armanc

Droneke Tirkiyeyê otomobîlek li parêzgeha Hesekê kire armanc

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyeyê otomobîlek li parêzgeha Hesekê kire armanc û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangehê belav kir, droneke Tirkiyeyê duhî otomobîlek ku 3 kes tê de bûn, li ser riya Heseke – Til Temirê de kire armanc, di encamê de kuştî û birîndar hene û ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Duhî jî, droneke Tirkiyeyê 2 gund li rojavayê Minbicê kiribûn armanc û di encamê de ziyanên madî gihiştibûn mal û milkên welatiyan.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal ve Tirkiyeyê 106 êrîşên asmanî bi riya dronan li ser herêmên di bin kontrola “Rêveberiya Xweser” de pêk anîne û di encamê de 88 kes hatine kuştin û zêdetirî 95 kesan jî birîndar bûn.

Pustên heman beş