Namzetiya DEM partiyê, Leyla Zana û Ocalan

Namzetiya DEM partiyê, Leyla Zana û Ocalan

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di 2014an de ji ber têkiliyên germ ên bi Mesûd Barzanî re û ji ber helwesta xwe ya serbixwe, ji alî rêvebirên HDP ve hatibû rexnekirin û A. Ocalan jî bi kujtinê zixt li Leyla Zana kiribû. Di hevdîtinên Îmraliyê de (2014), (ku bi navê – Têbiniyên Îmraliyê- wek pirtûk ji alî Weşanxaneya Mezopotamya ya PKK ve hatiye weşandin),ji ber têkiliya wê ya bi Mesûd Barzanî û ji ber siyaseta wê ya ne li gor MÎT, HDP û Ocalan, Ocalan rasterast Leyla Zana bi mirinê tehdît dike û dibêje dive ew dernekeve derveyî siyaseta HDP/PKK.

Ocalan bi rêya S.S.Onder, Pervin Buldan û Îdrîs Baluken peyamekê ji Leyla Zana re dişîne û dibêje “Ji Leyla re bêjin hevdîtina bi Ocalan re cidî ye. Heta Barzanî jî mijarek din e. Bêyî hevdîtinên me ewê ne di pozîsyona xwe ya niha de bin. Em tevgerek siyasî ne. Heger bi siyasetê bilîze ewê bi canê xwe berdêlê bide. Ev ne lîztikek e. Ne pêkan e ku bi şêwirmendên xwe bê ba min. Lê ger bi birêz Sırrı re bê em dikarin hev bibînin“.

Wek tê zanîn, piştî gef û tehdîta Ocalan, Leyla Zana xwe ji qada siyasetê vekişand û li mala xwe rûnişt. Kesayetiya wê, hest û helwestên wê yên Kurdayetî û têkiliya wê ya germ a bi Mesûd Barzanî re ji bo MÎT, PKK, HDP û Ocalan xeterek mezin bû û li dijî siyaseta MÎT, PKK û Ocalan bû. Ji ber vê, MÎTê û Ocalan xwestin wê berteref bikin û ji siyasetê dûr bixin.

Partiya DEM dixwaze di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê siyasetmedara Kurd Leyla Zana wek namzet nîşan dide. Li gor ku di çapemeniyê de tê gotin, rêvebirên partiya DEMê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêşniyaz ji Leyla Zana re birine û li benda biryara Zana ne.

Namzetiya Leyla Zana helbet wek her carê ne di destê rêvebirên partiya DEMê de ye. Namzet wek lîsteyekê ji Îmraliyê/Ocalan re tên şandin, li wir bi şêwirmendîya rêvebirên MÎTê tên hilbijartin û piştre wek namzet eşkere dibin.

Bêguman Leyla Zana jî van tiştan baş dizane û hatiye sere wê jî.

Îcar wê namzetiya Leyla Zana û biryara Ocalan û rêvebirên Îmraliyê bibe çi helbet wê di rojên pêş de derkeve holê.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş