Li kobanê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din a 12 salî revand

Li kobanê çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" keçeke din a 12 salî revand

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi PKK’ê ve li bajarê Kobanê keçeke temen biçûk bi armanca çekdarkirina wê di nava refên partiyê de revandin.

Navê keça ku hatiye revandin Emel Qehreman Şêx Mihemede, malbata vê zarokê ragihand ku keça wan ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ve li bajarê Kobanê hatiye revandin û çarenvîsa wê ji dema revandina wê di destpêka Mijdara 2023an de heya niha ne diyare.

Malbata Emelê diyar kir ku keça wan ya 12 salî li bajarê Kobanê bi bapîrê xwe de dijiya, Emel xwendekara pola heştê ye.

Li gor agahiyan, Emel bi hemû endamên malbata xwe re, li bendê bûn bi bavê xwe re bigihêjin Elmanyayê, biryar bû ku malbat biçe Hewlêrê ji bo serîlêdana konsolxaneya Elmanyayê, ji bo temamkirina kaxezên xwe yên çûna Elmanyayê.

Malbatê diyar kir ku her çend li navendên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” û navendên Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk li keça xwe geriyane jî, lê belê hemû hewildan bi ser neketin.

Emel zaroka sêyemîn a vê malbatê ye û di 8ê Xizîrana 2010an de li Reqayê ji dayik bûye û navê dayîka wê Cîhan Mihemed e.

Tê zanîn di 14ê vê mehê de zarokekî din yê 13 salî bi navê “Feyaz Îsa Mihemed” jî ji aliyê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ve ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin, hatiye revandin û heya niha çarenvîsa wî jî ne diyare.

Fermandarê HSD’ê Mezlûm Kobanî, di sala 2019an de li gel Vercînya Gamba nûnera netewên yekgirtî bû karûbarên zarokan, peymanek îmze kiriye, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û yên di nav de serbest werin berdan, lê ta niha çi pabendî bi peymanê nehatiye kirin, û revandin û leşkerkirina zarokan berdewamin.

Pustên heman beş