Berpirsekî PKK’ê li Silêmaniyê ji aliyê MÎTê ve hat kuştin

Berpirsekî PKK’ê li Silêmaniyê ji aliyê MÎTê ve hat kuştin

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, berpirsê akademiya Şîlan Goyî ya PKK/KCKê Erdînç Bolcal ê wek Elî Xebat tê naskirin, li Silêmaniyê bi operasyonekî noqteyî hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê Erdînç Bolcal li Herêma Kurdistanê, ji bo çalakiyên çekdarên PKKê yên li hember hêzên ewlehiya Tirkiyê karê perwerdeyên leşkerî û îdeolojîkî pêktanî.

Herwaha li gor heman çavkaniyê Erdînç Bolcal ê wek Elî Xebat tê naskirin, berpirsê akademiya PKK/KCKê yê li herêma Silêmanî – Kerkûkê bûye û ji bo çalakiyên li bajarên mezin ên wek Stenbol û Îzmîrê endamên PKKê ji aliyê îdeolojîkî û leşkerî ve perwerde dikir û ji bo endaman beşdarî rêxistinê bike karê propagandayê dikir.

Hat ragehandin Erdînç Bolcal piştî derbasî Herêma Kurdistanê bûye wek berpirs karên çekdarî birêve birine û li Silêmanî û Kerkûkê berpirsê yekîneyên leşkerî yê tabûrê bûye û piştre jî bûye berpirsê akademiya perwerdê.

Li gor heman çavkaniyên çapemeniya Tirkiyê piştî ku ji aliyê MÎTê ve hat destnîşan kirin Erdînç Bolcal li hember hebûna dewleta Tirkiyê ya li Kerkûkê di nav amadekariya çalakiyên çekdarî de ye, bi operasyoneke noqteyî ve, Erdînç Bolcal û kesên li gel wî hatin kuştin.

Pustên heman beş