Mîtê kuştina berpirsyarê Silêmaniyê yê PKK’ê eşkere kir

Mîtê kuştina berpirsyarê Silêmaniyê yê PKK’ê eşkere kir

Saziya îstixbarata Mîlîya Tirkiyê (Mît)ê ragehand, berpirsyarê Silêmaniyê yê PKK’ê/KCK’ê Mihemed Şefa Akman yê wek “Bahoz Zagros” tê naskirin, bi operasyoneke yekderbî kuştiye.

Li gor çapemeniya Tirkiyê “Mihemed Şefa Akman”, sala 2005’an tevlî refên PKK’ê bûye û li Herêma Kurdistanê bûye berpirsyarê Silêmaniyê yê PKK’ê.

Herweha li gor heman çavkaniyê, Akmanê ku amadekariya çalakiya çekdarî li dijî Tirkiyeyê dikir, bi operasyoneke yekderbî, ya Mîtê ve hatiye kuştin.

Duh 25/12/2023an jî Saziya Îstixbarata Tirkiyê kuştina berpirsekî din yê PKK’ê yê bi navê “Erdînç Bolcal” ku wek Elî Xebat dihat naskirin li Silêmaniyê eşkere kirbû.

Ev di demekî de ye ku çapemeniya PKK’ê pêş niha di sala 2021’an de ragihandibû, “di 9’ê Hezîrana 2021’an de Mihemed Şefa Akman di bordûmana dewleta tirkiyê de hatiye kuştin”.

Pustên heman beş