PKKê ciwanekî Êzdî bi awayekê hovane qetil kir

ehmed-heso -qolo-sinjar-pkk-info

Çekdarên PKKê yên li Şengalê, berya 3 rojan ciwanekî Êzdî li ber çavên kurrê wî yê zarok bi awayekî hovane qetil kir, ev jî dibe yêkem tewana PKKê ya piştî hilbijartinan û demokrasîya wê ya saxte ya ku banga wê bo gelê Şengalê dike.

Hejmareke çekdaran ji grûpa “teror û kuştinê” ya PKKê, êvariya roja şemîya rabûrî 23/12/2023an li çepên çiyayê Şengalê, ciwanekê Êzdî yê bi navê “Ehmed Heso Qolo” di erebeya wî de li ber çavên kurrê wî yê zarok bi awayekî wehşî û hovane qetil kir.

Çavkanyên Darka Mazî yên li devera Şengalê agahiyên taybet û dîmenên vê tewana PKKê bi dest xistine.

Tewan wisa bû:

Li êvariya roja şemîya rabûrî, 4 çekdarên ji grûpa “teror û kuştinê” yê PKKê bi seruçavên nixaftî û erbeyeke cam reş li çepên çiyayê Şengalê gulle berdan erebeya hemwilatiyê Êzdî yê bi navê “Ehmed Heso Qolo”, di wê demê de kurrê wî yê bi navê “Orhan” pê re bû.

Piştî gulle bi erebeyê ketîn erebe rawestiya û çekdarên PKKê çûne ser erebeyê û “Ehmed Heso Qolo” tê de bi awayekî wehşî li ber çavên kurrê wî “Orhan” qetil kirin, gulle li ser wê xistin û alekê serê wî bijkandin.

ehmed-heso -qolo-sinjar-pkk (1)

Agahiyên ber destê me eşkere dikin ku “Ehmed Heso Qolo” kesekî kasibkare û di dartaşiyê de di xebtî, hevjîna wî berê bi sedema tecawîz û zordarîya PKKê ji Şengalê reviya bû Tirkiyê û PKKê tohmeta sîxorîyê ji boy “Ehmed Heso” çêkir û bi wê sûçê qetil kir.

Çavkaniyên me yên li Şengalê eşkere kirin ku “Orhan”ê zarok rastî haletekî derûnî yê xerab bûye û rewşa wî têkçûye.

Li himberî vê tewana wehşî ya PKKê gelê Êzdî yê li Şengalê nikare dengê xwe bike û vê tewana PKKê pirotesto bike, her wiha ti saziyên ewlekariyê yên hikûmeta Îraqê yên ku di Şengalê de ne li mafê “Ehmed Heso Qolo” xwedî derneketine.

ehmed-heso -qolo-sinjar-pkk (2)

Ev tewan ne ya yekê ye PKKê li dijî gelê Êzdî encam dide, PKKe ya ku qala demokrasî û xweseriyê ji boy Şengalê dike, dixwaze bi tewanên wisa yên wehşî û bi revandina zarokên Êzdiyan û çekdar kirina wan, demokrasiya xwe ya saxte li ser gelê belengaz yê Şengalê feriz bike.

Pustên heman beş