Dronekê gundekê Çemçemalê bombebaran kir

turkey-drone-pkk-chamchamal-info

Dronek gundekê qezaya Çemçemalê bombebaran dike. dibe ku liv û tevgerên PKKê hedef kirbin.

Sibeha îro Çarşem 27/12/2023 nêzî seet 9:30, gundê Tuteqelê li nahyeya Axcelerê ya girêdayî qezaya Çemçemalê ji aliyê dronekê ve hat bombebarankirin.

Zirarên canî yên vê bombebarankirinê nehatine zanîn.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê çi ragehandinên fermî li ser vê bombebarankirinê parve nekirine.

Li Gulana sala rabûri 2022ê ji droneka Tirkiyeyê gundê Tuteqelê bombebaran kiribû. di wê bombebarankirinê de sê çekdarên PKKyê û du welatiyên sivîl canê xwe ji dest dabû ku rizgarbûyî yên Enfalan bûn.

Pustên heman beş