Tirkiyê kuştina berpirsê PKK’ê yê Qamişloyê eşkere kir

Tirkiyê kuştina berpirsê PKK’ê yê Qamişloyê eşkere kir

Saziya îstixbarata netewî ya Tirkiyê “MÎT”ê ragihand yek ji berpirsên PKK’ê yê ji Qamişloyê di operasyoneke taybet de kuştiye.

Ajansa fermî ya dewleta tirkiyê Anadoluyê îro roja pêncşemî 27/12/2023 ragihand ku di operasyoneke îstixbarata tirkiyê Mîtê de, berpirsê PKK’ê yê bi navê Eymen Çolî li Qamişloyê di operasyoneke taybet de kuştiye.

Li gor agahiya ku ajansa Anadoluyê ji çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê wergirtiye, hatiye tesbît kirin Eymen Çolî li rojava yek ji berpirsên payebilindên PKK’ê ye.

Her weha tekez kir, Eymen ji şêniyên Amûdê ya Rojava Kurdistanê ye û pêş niha çalakiyên li dijî hêzên ewlehiyê yên li ser xeta sînor organîze kirine, her weha beşdarî pevçûnên li dijî hêzên ewlehiya Tirkiyê yên li ser Rojava Kurdistanê bûye.

Pustên heman beş