PKKê dereweka «zexim» belav kir

bilanco-pkk-turkey-2023-INFO

Rêxistina PKKê bîlançoya salekê ya wendahiyên artêşa Tirk û Gerîla parvekirin û got ku di sala 2023an de 928 leşker hatine kuştin, di sala 2022an de jî 3 hizar leşker, bi tevahî 4 hezar leşker ango artêşa Tirk bi yêk car qedandiye!.

Medyaya PKKê duh roja înî 29/12/2023ê daxuyaniya fermandarîya biryargeha NPGê parvekir ku taybet bû bi bîlançoya şerê bê wate û bê encam yê ku PKKe û Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dikin.

Li gorî daxuyaniya NPGê, di sala 2023an de 928 leşkerên Tirk û 179 çekdarên PKKê hatine kuştin.

PKKê li nîsana îsal 2023an jî bîlançoyek parvekirbû û tê de gotbû: Ji 14 nîsana 2022an heya 14 nîsana 2023an nêzî 3 hezar leşkerên Tirk hatine kuştin û 259 çekdarên PKKê jî jiyana xwe ji dest da ne.

Heger em tenê van du bîlançoyan bînin bera hev, derewên PKKê bi zelalî derdikevin ber çavan, ango bi hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê ên van du salan, ev encam derdikeve: PKKê di 730 rojan de rojane bê navbir 5 heya 6 leşkera kuştine. Ev jî ji wan derewên bi şaxe yên ku PKKe hewl dide gelê Kurd pê bixapîne, lê her kes dizane ku ewqas leşkerên kuştî li holê tune.

Dewleta Tirk û PKKe li dawîya her meh û salekê, bîlançoya zirarên hev radgihînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekê taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş