Tirkiyê berpirsekî mezin ê PKKê li Pêncwînê kuşt

islam-cehanfer-info-pkk-slemani

Ajansa Anadolu ragehand, berpirsekî PKK/KCKê li herêma Penciwên a Silêmaniyê di operasyoneke Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê de hatiye kuştin.

Ajansa Anadolu ku zimanê fermî yê dewleta Tirkiyê ye îro roja çarşemî 3\1\2024ê ragehand, yek ji berpirsên PKK/KCKê yê bi navê Îslam Cehanfer ku wek Berxwedan Kelhor tê naskirin li çoltera Penciwên a Silêmaniyê di operasyoneke MÎTê de hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyê ku nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiyê, yek ji berpirsên YPGê li Rojavayê Kurdistanê ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Îslam Cehanfer di operasyoneke 200 kîlometreyan dûr li sînorê Tirkiyê li herêma Pêncwînê a ser bi Silêmaniyê hatiye kuştin.

Medyaya Tirkiyê eşkere nekir ka ev operasyon li ç demekê pêkhatiye, lêbelê medyaya PKKê li 6 kanûna sala rabûrî 2023an gotibû ku îslam Cehanfer li Pêncwînê hatiye kuştin.

Ajansa Anadolu ragehand, Îslam Cehanfer (Berxwedan Kelhor) demekî li Rojavayê Kurdistanê berpirs bûye û herwaha berpirsyartiya çareser kirina birîndar ên endamên rêxistinê girtiye ser xwe û li Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê erkên rêxistinê wergirtiye.

Pustên heman beş