Di sala 2023an de PKK’ê 60 zarok li rojava revandine

Di sala 2023an de PKK’ê 60 zarok li rojava revandine

Di sala derbasbûyî de çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi PKK’ê ve li Rojava Kurdistanê 60 zarok bi mebesta çekdarkirina wan di berjewendiya PKK’ê de revandine, tevî ku malbatên wan daxwaza vegerandina zarokên xwe kirine lê heya niha jî çarenivîsa hin ji wan nayê zanîn.

Çeteyên PKK’ê ne bi tenê zarok li herêmên di bin kontrola HSD’ê de revandine, belku li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdên girêdayî parêzgeha Helebê û kampên koçberan yên li Şehba jî zarok revandine.

Tê zanîn ku di nav revandiyan de zarok, sêwî, nexweş û xwendekar hene, Darka Mazî navên piraniya zarokên hatîne revandin li cem xwe belge kirine, ev jî navên wan zarokane ku di sala 2023’an de ji aliyê PKK’ê ve hatine revandin:

1-         Alîf Mihemed Osman/ 16 salî/ di roja 7/1/2023an de li Til Refetê hatiye revandin.

2-         Hela Mihemed Hac Dîbû/ 16 salî/ li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

3-         Omer Welîd El-Hebîb/ 16 salî/ bi esla xwe erebe, di roja 17/2/2023an de li Qamişloyê hatiye revandin.

4-         Mihemed Hisên Huru/ 14 salî/ di roja 28/2/2023an de li taxa Şêx Meqsûd hatiye revandin.

5-         Dilyar Mihemed kinu/ 15 salî/ di roja 26/2/2023an de li gundewarên kobanê hatiye revandin.

6-         xalîda Hesen Silêman/ 13 salî/ di roja 113/2023an de li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

7-         Esîl Mihemed Hac Hisên/ 15 salî/ di roja 28/3/2023an de li bajarê Reqayê hatiye revandin.

8-         Emced Ebdulrizaq Taha/ 13 salî/ di roja 21/4/2023an de li Hesekê hatiye revandin.

9-         feda Ebdulcelîl Mihemed Qasim/ 17 salî.

10-       Nebî Elî El-Fesîl/ 13 salî/ li Minbicê hatiye revandin.

11-       Casim Hisên Zahir/ 16 salî/ li taxa Seyf El-Dewle li Reqayê hatiye revandin.

12-       Xelîl Îbrahîm Hesen/ 11 salî/ di roja 1/4/2023an de li Reqayê hatiye revandin.

13-       Mihemed Cemal Osman/ 17 salî/ li Reqayê hatiye revandin.

14-       Mihyar Bedirxan Etî/ 14 salî/ di roja 28/4/2023an de li gundê Til Xezal yê ser bi Kobanê hatiye revandin.

15-       Mihemed Nûr Ehmed Remezan/ 16 salî/ di roja 14/5/2023an de li bajarê Reqayê hatiye revandin.

16-       Mihemed Hisên/ 15 salî/  di roja 12/3/2023an de li bajarokê Tebqe yê ser bi bajarê Reqayê hatiye revandin.

17-       Biyal Mihemed Salih/ 13 salî/ di roja 24/3/2023an de li bajarê Qamişloyê hatiye revandin.

18-       Rûbîn Îbrahîm Qaso/ 17 salî/ di roja 7/6/2023an de li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

19-       Hîvî Riyaz Mehmûd/ 13 salî/ li Qamişloyê hatiye revandin.

20-       Selah Yasîn Necim/ 13 salî/ di roja 7/6/2023an de li bajarê Hesekê hatiye revandin.

21-       Mihemed Ebdulqadir Ehmed/ 14 salî/ di roja 11/6/2023an de li l Girkê Lekê ya ser bi bajarê Qamişloyê hatiye revandin.

22-       Mistefa Mihemed Elî/ 15 salî/ di roja 26/6/2023an de li Kobanê hatiye revandin.

23-       Zuleyxa Ebdû/ 13 salî/ di roja 1/7/2023an de li Kobanê hatiye revandin.

24-       Mihemed Mihemed Xelîl/ 17 salî/ ji şêniyên Kobanê ye û di roja 10/6/2023an de li Minbicê hatiye revandin.

25-       Înas Telet Ziyab/ 16 salî/ di roja 12/7/2023an de li bajarê Reqayê hatiye revandin.

26-       Hisên Hesen Sayîr/ 16 salî/ di roja 12/7/2023an de li bajarê Reqayê hatiye revandin.

27-       Hemze Nîzal Mihemed/  16 salî/ di roja 10/7/2023an de li gundê Dîriswan yê ser bi Efrînê ve hatiye revandin.

28-       Cidan Ednan Mihemed/ 16 salî/ di roja 5/7/2023an de li gundê Uslicî yê ser bi Minbicê ve hatiye revandin.

29-       Talib Hisam Derwêş/ 17 salî/ di roja 13/7/2023an de li Reqayê hatiye revandin.

30-       Mihemed Menhel Mihemed/ 14 salî/ di roja 13/7/2023an de li Reqayê hatiye revandin.

31-       Elî Samir Ebud/ 14 salî/ di roja 19/7/2023an de li Minbicê hatiye revandin.

32-       Rewe Ela Bekrî/ 12 salî/ li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

33-       Yasir Come Qirbatî/ 17 salî/ ji şêniyên Hesekê ye û di roja 12/8/2023an de li Reqayê hatiye revandin.

34-       Fereh Hisên/ 13 salî/ di roja 7/8/2023an de li Kobanê hatiye revandin.

35-       Taha Xazî Cercîs/ 14 salî/ di roja 22/8/2023an de li Reqayê hatiye revandin.

36-       Mihemed Ehmed Şêx Elî/ 14 salî/ di roja 23/8/2023an de li Dêrazûrê hatiye revandin.

37-       Mihemed Hisên şêx Elî/ 13 salî/ di roja 23/8/2023an de li Dêrazûrê hatiye revandin.

38-       Înan Osman/ 12 salî/ 12 salî/ li Qamişloyê hatiye revandin.

39-       Ramî Hesen El-Elî/ 11 salî/ di roja 9/9/2023an de li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

40-       Biryana Ehmed Hac Elî/ 14 salî/ di roja 6/10/2023an de li Dirbêsiyê hatiye revandin.

41-       Sîmîl Zîdan Îsmaîl/ 14 salî/ di roja 17/10/2023an de li Qamişloyê hatiye revandin.

42-       Mîraf Ednan Xaşo/ 15 salî/ di roja 17/10/2023an de li Qamişloyê hatiye revandin.

43-       Salîn Xelîl/ 14 salî/ li Qamişloyê hatiye revandin.

44-       Ezedîn Bikrî Nesan/ 12 salî/ di roja 20/10/2023an de li taxa Sêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

45-       Solîn Îbrahîm/ 15 salî/ di roja 30/10/2023an de li Qamişloyê hatiye revandin.

46-       Neşet Fewaz Hisên/ 16 salî/ di roja 29/10/2023an de li Hesekê hatiye revandin.

47-       Abî Hisên/ 17 salî/ di roja 30/10/2023an de li Minbicê hatiye revandin.

48-       Hisên serwet El-Maşî/ 14 salî/ di roja 1/11/2023an de li Minbicê hatiye revandin.

49-       Mihemed Ebdulla/ 15 salî di roja 4/11/2023an de li Hesekê hatiye revandin.

50-       Omer Hîlal Hemdî/ 14 salî/ li Minbicê hatiye revandin.

51-       Sebriye Şiyar Mistû/ 13 salî/ di roja 8/11/2023an de li Helebê hatiye revandin.

52-       Astîr Ebdulselam Ehmed/ 14 salî/ di roja 16/11/2023an de li taxa Sêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

53-       Îbrahîm Mihemed El-Birxulî/ 13 salî/ di roja 16/11/2023an de li Minbicê hatiye revandin.

54-       Omer Mistefa Hesen/ 13 salî/ di roja 20/11/2023an de li taxa Şêx Muqsûda Helebê hatiye revandin.

55-       Ehmed Ednan Hesen/ 13 salî/ di roja 28/11/2023an de li Hesekê hatiye revandin.

56-       Emel Qehreman Şêx Mihemed/ 12 salî/ di meha 11/2023an de li Kobanê hatiye revandin.

57-       fiyaz Îsa Mihemed/ 13 salî/ di roja 14/12/2023an de li Kobanê hatiye revandin.

58-       Mihemed Hisên Hesen/ 16 salî/ di roja 20/12/2023an de li Minbicê hatiye revandin.

59-       Wefa Ziyab Ehmed/ 16 salî/ di meha 12/2023an de li Reqayê hatiye revandin.

60-       Mihemed Nûr Îbrahîm/ 13 salî/ di meha 12/2023an de li Reqayê hatiye revandin.

Revandina zarokan ji aliyê PKK’ê û çeteyên wê ve di demekî de ye ku fermandarê HSD’ê Mezlûm Kobanê, di sala 2019an de bi Vêrcînya Gamba nûnera netewên yekgirtî bû karûbarên zarokan re, peymanek îmze kiriye, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û yên di nav de serbest werin berdan, lê ta niha çi pabendî bi peymanê nehatiye kirin, û revandin û leşkerkirina zarokan berdewamin.

Pustên heman beş