Tirkiye sînorê navçeyên Pişder û Mawetê bombebaran dike

pkk-turkey-kurdistan-region-info

Balafirên şer yên Tirkiyê li sînorê navçeyên Pişder û Mawetê çend navçe bombebaran kirin.

Îro roja şemî 6/1/2024ê balafirên şer yên Tirkiyê bombebarana lotkeya Casusanî li zincîreya çiyayê Qendîlê li sînorê bajarokê Jarawe yê qezaya Pişderê kir.

Di vê navberê de, gundê Gelale li navçeya Mawetê hate bombebarankirin û niştecîhên gund digotin ku xaniyên gundiyan zirar dîtin.

Kamran Hesen, Qaîmqamê navçeya Mawet got ku li saet 5:30 Danê êvarê balafirên şer gundê Ziyono bombebaran kirin û bi wê sedemê zirar bi beşekî gund û zeviyên çandinyê ketiye, lêbelê zirarên canî nebûn.

Pustên heman beş