Şirnex: Kevir bi ser malekê de bariyan

shirnax-kevir

Li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê kevirên ku ji zinarekî ber bûn, bi ser malekê de bariyan û zerer gihandin wê malê.

Li gorî zanyariyan li taxa Heletê ya navçeya Qilebanê piştî baraneke zêde kevirên ku ji zinarekî qetiyan bi ser mala 2 qatiya welatiyê bi navê Sadik Urek de ketin.

Sadik Urek tevî endamên malbata xwe bilez ji malê derket û wan jiyana xwe rizgar kir.

Di bûyerê de zererên canî çênebûn lê beşeke xaniyê welatiyê navborî hilweşiya.

Çavkanî: Rûdaw

Pustên heman beş