Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê îdamê da çar ciwanên Kurd

4 ciwan-kurd-iran-info

Îranê bi hinceta ku “ew bi Îsraîlê re hevkariyê dikin” cezayê îdamê da çar ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê.

Dema ev ciwan hatibûn desteserkirin, bi alîkariya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hatibûn tohmetbarkirin.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê îdamê li çar girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navên Pijman Fatîhî, Muhsîn Mezlûm, Wefa Azerbar û Mehmûd (Hejîr) Feramerzî birî.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê dike hincet ku van ciwanan hevkarî bi Îsraîlê re kiriye û Dadgeha Temyîzê jî ev ceza pesend kiriye.

Pijman Fatîhî 28 salî ye û xelkê Kamêranê ye.

 Muhsîn Mezlûm 27 salî ye û xelkê Mehabadê ye.

 Wefa Azerbar 26 salî ye û xelkê Bokanê ye.

Mehmûd (Hejîr) Feramerzî jî 28 salî ye û xelkê Diwêlanê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn, Malbatên van girtiyan ji dema desteserkirina wan û heta ti agahî ji wan wernegertine, cihê ku lê tên girtin ne diyar e û tewr dosyayên wan nîşanî parêzerên wan jî nadane.

Hengawê herwiha destnîşan kir ku ev çar ciwan, salek û pênc meh û 15 rojan li navendên ewlehiyê hatine girtin û şenceyên giran li wan hatine kirin.

Pustên heman beş