Balafirên Tirkiyê 15 cihên PKKê bombebaran kirin

turkey-pkk-qandil-f16

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê ji duh ve 15 cihên çekdarên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê ragihand ku wan ji duh roja şemiyê 6\1\2024ê 15 çeperên PKKê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê derbarê operasyonên li Herêma Kurdistanê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku li herêmên Metîna, Gare, Xakurkê, Qendîl û Asosê êrşên esmanî hatine kirin.

Li gorî daxuyanyê, 15 çeperên PKKê hatine bombebarankirin, PKKê heta niha çi daxuyaniyek nedaye.

Pustên heman beş