Di 4 rojan de Tirkiyê 4 hezar û 853 kes desteserkirine

turkey-4853

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 4 rojên destpêkê yên sala 2024an de 4 hezar û 853 kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hebû, hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li 81 parêzgehan di 4 rojên destpêkê yên sala 2024an de operasyonên “Çember-10”ê hatine kirin.

Di wan operasyonan de 4 hezar û 853 kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hebû hatine desteserkirin.

Derbarê kesên desteserkirî de pêştir ji ber tawanên “dizî, gendelî, talan, kuştin, destdirêjî, madeyên hişbir û terorê” biryara desteserkirinê hebûye.

Di heqê gelek kesên desteserkirî de çend sal berê biryara desteserkirinê hatibû dayîn.

40 ji wan zêdetir ji 10 salan bû ku nehatibûn desteserkirin.

Pustên heman beş