Yekem êrîşa 2024ê: Balafireke keşfê fewceke HSDê hedef kir

QSD-Drone-net

Di yekem êrîşa sala nû 2024ê de, balafireke keşfê ya dewleta Tirk îro roja yekşemî bombe li fewceke çekdarên Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê barandin.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja yekşemî 7/1/2024ê ragihand ku balafireke keşfê ya dewleta Tirk li gundewarê gundê Girsorê yê girêdayî bajarê Qamişloyê bombe li fewceke çekdarên HSDê barandin.

Rwangehê aşkere kiriye ku zirarên vê êrîşê tenê maddî bûne û ti zirarên canî derneketine.

Ev êrîşa îro bi yekem di sala nû 2024ê de tê hesab kirin, li dawîya sala rabûrî 2023an dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Rojava Kurdistan dijwar kirbûn û nêzî 10 kadro û berpirsên PKKê û YPGê di wan êrîşan de kuştin.

Pustên heman beş